Polîtîk

Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeyeke payebilind a Îmaratê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Îlona pêşwazî li şandeyeke payebilind a Îmaratê bi serokatiya Wezîra Dewletê ya Karûbarên Derve Noura Al Kaabî kir.

Di civînê de, ku Wezîrê Rewşenbîriyê yê Îmaratê Şêx Salim bin Xalid El-Qasimî û hejmareke berpirsên din ên wî welatî jî amade bûn, girîngiya bihêztirkirina pêwendiyên dostane û taybet ên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de hate gotûbêjkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya berdewam a serkirdatiya Îmaratê, bi taybetî Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid û Cîgirê Serok û Serokwezîr Şêx Mihemed bin Raşid, anî ziman.

Ji aliyê xwe ve, şandeya Îmaratî bal kişand ser pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê û amadehiya welatê xwe ji bo berfirehkirina hevkarî û hevahengiyê di hemû waran de dubare kir.

Rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêşhatên dawî yên li Sûriyê, mijarên din ên civînê bûn.

Back to top button