Civak

Di rêya dawetê de 5 kesan ji malbatekî jiyana xwe jidest dan

Pênc kes ji heman malbatê di bûyerek trafikê de li ser rêya Colemêrg-Wanê jiyana xwe ji dest dan.

Bûyer duh derdora demjimêr 13:00an de li ser rêya Colemêrg-Wanê qewimî. Tê îdiakirin ku kamyoneke ji Wanê diçû ji ber sedemek hîn ne diyar bi kamyoneke ku ji aliyê dijber ve diçû re li hev ketiye. Di encama pevçûnê de pênc kesên di kamyonê de bi giranî birîndar bûne. Dema karmendên tenduristiyê gihîştin cihê bûyerê tespît kirin ku Hasan Sultanoğlu (45), keçên wî yên cêwî Nisanur û Hatice (11), û birayê wî Adem Sultanoğlu (40) mirine.

Nadide Sultanoğlu (38), rêwiya kamyonê, bi birînên giran rakirin Nexweşxaneyê lêbelê, tevî hewldanên bijîşkan jî, ew nehat xilaskirin. Bi vî awayî, di heman rojê de pênc kes ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyan, malbat ji Wanê derketiye û ber bi gundêxwe ve diçû da ku beşdarî merasîma daweta xizmên xwe bibin.

Pênc cenaze bi hev re hatin veşartin

Cenazeyên cenaze birin gundê Heleîs ê navçeya Geverê û piştî nimêjê, di nav hêstiran de li goristana gund li kêleka hev hatin veşartin.

Back to top button