“Ocalan ji bo çi nehat Enqere”
Moderator û rojnemevan Rasim Ozan Kutahyalı careke din îdiayên nakokbar li ser Öcalan kir.
Piştî banga Bahçelî ya ji Öcalan re di 22ê Cotmehê de, Kutahyali piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê bal kişandibû ser xwe, di 29ê Mijdarê de daxuyaniyek pir balkêş da.
Li gorî îdiaya ku Rasim Ozan wê demê kiribû,gotîbû ku û ku li Enqerê xaniyek ji bo Öcalan hatiye amadekirin.
Kutahyalı, di îdiaya xwe ya wê demê de gotibû: “Binêre, em dibêjin ew amade ye. Ez çi din bibêjim? Ma ez mobîlyayên odeya rûniştinê nîşanî te bidim an tiştekî wisa?”
Di vîdyoyek nû de Kutahyali îdiaya Enqerê ya li ser Öcalan dubare dike lê dibêje ku, Ocalan naxwaze werê Enqere û Ocalan gotiye di derbarê hatina Enqere dê gotiye: “Ev dê provokasyonek be.”
Rasim Ozan dibêje ku, yek ji sedemên Ocalan nexwest werê Enqere ewe ku, Îmraliyê gihîştina her cûre tesîsên telekomunîkasyonê heye. “Ez difikirim ku ew li wir li X, YouTube, Instagram û Cüneyt Özdemir jî li vir temaşe dike.”

