Cîhan
Êrîşên nû yên Îsraîlê li herêma Kiswa ya Sûriyeyê

Li gorî medyaya fermî ya Sûriyeyê, Îsraîlê rêze êrîş li ser baregehên berê yên artêşê li Kiswa, li başûrê rojavayê Şamê, pêk anîne. Li gorî agahiyan, ev êrîş di nav 24 saetan de du caran hatine kirin.
Herêma Kiswa û Cebel Manea hin ji girîngtirîn baregehên leşkerî bûn ku di dema serokatiya Esed de dihatin bikar anîn.
Di derbarê van êrîşanda, Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) hîn daxuyaniyek nedaye.
Medyaya Sûriyeyê duh ragihand ku şeş leşkerên Sûriyeyê di êrîşeke Îsraîlê de li heman herêmê hatine kuştin.


