Trump: Min nizanibû ku êrîş hatiye kirin, lê ez jê hez nakim

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku,ew ji êrîşa Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya Nasser li Xezeyê bêxeber bû.
Dema ku rojnamevanekî li Qesra Spî li ser êrîşê jê pirsî, Trump bersiva xwe de ji rojnemevan pirsî “Ev kengî qewimî?” Piştre wî got, “Min nizanibû.” û “Ev ne bi keyfa min e.”
Di vê navberê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê red kir ku li ser êrîşê şîrove bike.
Êrîş çend hefte piştî redkirina biryarên Senatoya Amerîkayê yên ku daxwaza rawestandina firotina çekan ji Îsraîlê re dikirin, pêk hat.
Artêşa Îsraîlê êrîşa li ser nexweşxaneya Nasser li Xan Yûnis qebûl kir û got ku serokê karmendan fermana lêpirsînê daye. Artêşê got, “Ew ji her zirara ku digihîje mirovên bêguneh fikar e û rojnamevanan hedef nagire.”
Roja Duşemê, rayedarên tenduristiyê yên Filistînî gotin ku kameraman Hussam Misri, ku bi peyman ji bo Reutersê dixebitî, di êrîşekê de hat kuştin.
Rayedarên nexweşxaneyê û şahidan gotin ku Îsraîlê dû re êrîşeke duyemîn da destpêkirin, rojnamevanên din, û her weha xebatkarên rizgarkirinê û bijîşkên ku ji bo alîkariyê ber bi cihê bûyerê ve çûn kuştin.
Yekîtiya Rojnamevanên Filistînî êrîş wekî “şerekî vekirî li dijî medyaya azad” bi nav kir û got ku ji destpêka şer ve zêdetirî 240 rojnamevanên Filistînî hatine kuştin.
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Lamy di X de nivîsand: “Ez ji êrîşa Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya Nasir matmayî mam. Divê sivîl, xebatkarên tenduristiyê û rojnamevan werin parastin. Em hewceyê agirbestek tavilê ne.”


