Polîtîk
Mesrûr Barzanî Enfala Behdînan bi bîr tîne
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî salvegera 37an a Enfala Behdînan di peyamekê de bi bîr anî.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurditanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Tebaxa 2025an, li ser hejmara xwe ya X got: Di salvegera 37an a hilmeta Enfala Behdînan, em bi rêz û rumet qurbaniyên vê tawana hovanê ya ku rêjîma Iraqê yê berê encam daye, bi bîr tînin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurditanê di peyama xwe de got jî, Divê hukûmeta malbatên qurbaniyên jenosîda Enfala qerebû bike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurditanê Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de got, Silav û rêzên me bo ruhê şehîdên Enfalan û tevaya şehîdên Kurdistanê hene.

