Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya rola Karbidestê Balyozxaneya Amerîkayê kir.

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Balyoz Steven Fagin, Karbidestê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, kir.

Di hevdîtinê de, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, û peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekez li ser pêşxistina peywendiyên Amerîkayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kirin. Her wiha li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr – Bexda bi diyalog û lihevkirinê de, hevra û hevfikir bûn.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî spasî û pêzanînên ji bo rola birêz Fagin di pêşxistina peywendiyên welatê xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, hewldanên wî yên ji bo nêzîkkirina nêrînên Hewlêr – Bexdayê bilind nirxand.

Pêşhatên dawî yên herêmê û çend mijarên din ên girîngiya hevbeş, babeteke din a hevdîtinê bû ku birêz Serokê Dîwan û Sekreterê Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê û Konsûla Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, tê de amade bûn.

Back to top button