Polîtîk

Şandeka hukumeta Kurdistanê serdana Bexda kir

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HKR) ji bo hevdîtina bi Wezareta Darayî ya Iraqê re gihîştiye Bexdayê.

Li gora agaahiyan, Şandeyek ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li ser nakok gihîştiye Bexdayê.

Du mijar hene ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê hîn li ser li hev nekirine, ew jî dahatên federal in, ku hikûmeta Iraqê ji sedî 50ê dahatên wezaretên ku dikevin nav dahata federal dixwaze.

Çavkaniyek ji Wezareta Darayî ya Iraqê got ku, dayîna mûçeyan îro dest pê nake heta ku Encûmena Wezîrên Iraqê roja Sêşemê biryarê nede. Divê komîteyên wezîran ên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de reşnivîsa dawî ji bo biryarê pêşkêşî serokwezîrê Iraqê bikin.

Ji aliyek din ve, Balyozxaneya Amerîkî li Iraqê zext li ser herdu hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye ku bi şîrketên petrolê re rêkeftinek sêalî bikin û dayîna mafên wan ên darayî garantî bikin, da ku hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de dest pê bike. Wî got ku prosedurên şandina petrolê ji bendera Ceyhanê qediyane û Tirkiye razî bûye.

Back to top button