ENKSê û Rêxistina Aşûrî tekeziyê li ser welatekî demokrat, piralî û nenavendî dikin
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, û Rêxistina Aşûrî ya Demokrat li bajarê Qamişlo civiya.
Di civînê de, ENKS û Şanda Rêxistina Aşûrî ya Demokrat bi serokatiya Gabriyêl Mûşê rewşa Sûriyê gotûbêj kir û tekezî li ser welatekî demokrat, piralî û nenavendî kir.
*”Welat ê hemûyan e”
Herdu aliyan nîşan bi destûrekî kir ku tê de mafên hemû pêkhateyên netewî û olî parastî bin, û got divê welat ê hemûyan be û destûr nûnertiya Sûriyaya nû û qurbanîdanên gelê Sûriyê bike.
*Bihêzkirina peywendiyan
ENKSê û rêxistina Aşûrî tekezî li ser bihêzkirina peywendiyan, li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê kir, her weha pêşhateyên siyasî û guhertinên li deverê gotûbêj kirin.
Şanda Rêxistina Aşûrî ji aliyê serokê ENKSê Mihemed Ismaîl û endamên desteya serokatiyê hat pêşwazîkirin.

