Cîhan

Ji Yemenê sedan fûze avêtin Îsraîl

Şevîdin Husiyên Yemenê fûzeyên balistik avêtin Îsrailê. IDF da xûyakirin ku, fûzeyên Husiyan bû sedemê ku, dengê sîrenan li Îsrail belav bû. Fûze li ezmanan hatine parçekirin.

Magen David Adom got, ku rapor hene ku şarapnel li malek li bajarê Ginaton ê Îsraîlê yê navendî ketiye. Medyaya Îsraîlê got ku perçe li hewşa xaniyekî ketiye.

Li gorî artêşa Îsraîlê, Hûsiyan bi sedan fûze ji Yemenê avêtine. Ji ber gefa fûzeyan, sîrenên hişyariyê hatine lêxistin, û welatî neçar mane ku li gelek bajaran, bi taybetî li paytext Tel Aviv, xwe bighînin stargehan. Li gorî agahiyan, xelk di nav panîkê de reviyane deverên ewle, ev jî nîşan dide ku rageşiya li herêmê gihîştiye astek krîtîk.

Ji ber zêdebûna xetera ewlehiyê, hemî daketin û rabûna balafiran li Balafirgeha Ben Gurion, ku navenda herî qerebalix a trafîka hewayî ya welêt e, demkî hatine rawestandin. Hikûmeta Îsraîlê diyar kir ku ev tedbîr, ku ji bo ewlehiya rêwiyan hatine sepandin,..

Back to top button