
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew li dijî her tundûtûjjîyêne, ew yek aramiya giştî tehdît dike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Kurdistan24 re got ku rêveberiya Amerîkayê li dijî her tundûtûjiyekê ye ku ewlehî û aramiya giştî tehdît dike.
Wezareta Derve got: “Em bang li hemû aliyan dikin ku xwe nas bikin û ji tundûtûjiyê dûr bisekinin.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got ku Amerîka dê berdewam bike li ser şopandina pêşketinên li herêmê û tekez kir ku di hebûna Amerîkayê li Herêma Kurdistanê de ti guhertinek tune.
Hêzek mezin a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi çekên sivik, navîn û giran roja Înê sibehê ketin Otêla Lalazar, baregeha Lahur Şêx Cengî li taxa Serçnar a Silêmaniyê. Piştî nêzîkî sê saetan şer, ku sê endamên hêzên YKKê kuştin û 19 kesên din birîndar kirin, Lahur Şêx Cengî, Polad û birayê wî Arasî ligel fermandarê hêza xwe hatin girtin.
Piştî ku rewş aram bû, Komîsyona Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê helwesta xwe ragihand û dubare kir ku ew her cure pevçûnê red dike û her gav piştgirî dide prosedurên qanûnî û zimanê diyalogê.
Her wiha got ku pêkanîna fermana girtinê erkê hêzên polîsan e, ne hêzên dijî terorê û hêzên din e ku çekên giran bînin. Her wiha tekez kir ku li gorî prosedurên qanûnî, divê tawanbar birine zindanê û ne cihên din û baregehên partiyan.


