Têbiniyek..!

Roja ku pêvajoya ”Tirkiye ya bê teror” destpêkirî heta niha gelek gotubêj, nirxandin û şiroveyên cur bi cur li ser têne kirin. Sedemek ji vê yekê ewe ku, hinek alî naxwazin rastiya heyî û pêvajoya dewletê destpêkirî û Ocalan pêjirandî têbigihin.
Ev sedemek bingehîne ku, herkes ji aliyê xwe ve nirxandinên cuda dike. Pêvajo bi insiyatif a dewletê û pêjirandina Ocalan destpêkiriye û rêve diçe. Navê pêvajoyê vekirîye. Gelek cara hatiye gotin ku, ev pêvajo bi tenê devjêberdana çekan û tesfiyekirina PKKê di nava xwe digre û ev yek jî baş e. Na Eger mirov yan jî hinek alî vê pêvajoyê weke ”Pêvajoya çareseriya Pirsa Kurd li bakurê Kurdistanê ” dibînin xelete, ne raste û bila kesek xwe û vî miletî hêdî nexapîne.
Ji aliyek din ve hinek ku, di nava tevgera PKKê dene, ji vê pêvajoyê ne rihetin. Ji ber ku, wan şehîd dane, gund û warên wan têkçûne. Yanî xelet, yan jî rast bedelek mezin dane. Îro dilê wan diêşe û vekirî dibêjin ku, ne ev encama bedelê ku wan dayîye. Ev cure kes dê çi bertekê nîşan bidin yan dê helwesta wan çibe pirsek dine.
Ji aliyek din ve hinek hene ku, di nava tevgera PKKê de tenê berjewendiyên xwe dane pêş û ranta şerê bê wate xwarine. Lingek wan li ba dewletê û lingê din li ba PKKê bû. Niha dewran cardin ya wane. Elbet dê ew pişgiriya hemû tişta ku di berjewendiya wan de be bikin.
Parlementerek yê IYI Partiye di medya civakî de li ser hesabê xwe daxûyaniyek belav kir û got: ”Di civîna komisyona di parlementoyê de hatî avakirin de, DEMê daxwaziya xweseriyê kiriye. ” Di cihde serokê Parlementoya Tirkiye daxûyanî da û ev gotina parlementerê IYI Partiyê red kir û got: Tiştek bi vî awayî nebûye, hinek alî dixwazin pêvajoyê provaka bikin. Demildest DEM Partiyê jî daxûyaniya serokê Parlementoyê pesind kir û gotin, wan daxwaziya tiştekî bi vî awayî nekiriye.
Gelo hêja milet minaqeşeya çi dike. Her tiş vekirî û eşkereye. Herkes jî bi yêkê tê digihe, tenê hinek hêja hewldidin bi hisiyeta kurda bileyzin da ku, gêreya xwe berdewam bikin.
Dibêjin carekî li gundekî, zilamek çiroka Rustemê Zal digota. Bi şevan cemaetê guhdariya vê çirokê dikir. Dema çirok dawî hat, di civatê de kesek rabû ji yê çêrok digot pirsî û got: ” Mamo gelo Rustem jine yan mêre?”
22.8.2025
Nêrîn/Şirove
N.Firat


