Civak

Medya YNKê: Me Lalezar kontrol kir…!

Desteserkirina Lahur Şêx Cengî û 2 birayên wî, di encama şerek dijwar de çêbû. Medya YNKê ev nûçe ragihand.

Çavkaniyek e ewlehiyê ji PUKMEDIA re ragihand ku şerê teqe bi dawî bû û Otêla Lalezar ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat kontrolkirin.

Çavkaniyek e ewlekariyê ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand ku piştî roja Pêncşemê 21ê Tebaxa 2025an, Dadgeha Lêpirsînê ya Ewlehiyê, li gorî Madeya 56an ya Yasaya Sizayê Îraqê, fermana girtinê ji bo Lahur Şêx Cengî û hejmarek tometbarên din derxist, hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê ferman dan ku wê fermanê bicîh bînin, lê hêzên ne yasayî yên Lalezerê bi hêzên ewlehiyê re ketin şer û pevçûnan û piştî çend demjimêrên gulebaranê, Otêla Lalezer ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate kontrolkirin û Lahur Şêx Cengî û Polad Şêx Cengî hatin girtin.

Ev yek di demekê de ye ku, Rêveberê Polîsê Silêmanî û cîgirê serokê dadgeha Silêmanî berê wiha ragihandibûn ku, li gorî Madeya 56 ya Yasaya Sizaya Îraqê, Dadgeha Lêpirsînê ya ewlekariyê fermana girtina Lahur Şêx Cengî û hejmarek gumanbarên din da û hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê jî hatin erkdarkirin ku vê fermanê bicîh bînin.

Back to top button