Dîplomatekî Fransî: El-Şeybanî du caran bi Dermier re civiya.
Dîplomatekî Fransî daxûyakirin ku, li Parîsê paytextê Fransayê hevdîtinek berfirah navbera wezîrê derve yê Suriye Esed el-Şeybanî û Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermier de pêk hatr. Her du rayedaran bi giranî li ser mijara başûrê Sûriyê û rageşiyên ku ji nîvê Tîrmehê ve li Parêzgeha Siwêdayê, ku piraniya wan ji civaka Durzî lê dijîn, zêde bûne, axivîn.
Dîplomatekî nêzîkî Wezîrê Derve Jean-Noel Barrot ji Al Arabiya.net re piştrast kir ku “duh li Parîsê civînek di navbera El-Şeybanî û Dermîer de pêk hat.
Diplomatê Fransî got: “Ev civîna di navbera aliyên Sûrî û Îsraîlî deya duyemîne. 24ê meha Tirmehê de jî civînek pêkhatibû. Fransa hatina Wezîrê Derve yê Sûrî bo axa xwe hêsan kir,” tevî ku qedexeyên navneteweyî rê li ber rayedarên payebilind ên Sûrî ji ber sedemên ewlehiyê digirin.
berdewamiya axavtina xwe de diplomatê Fransi dibêje: “Hewldanên Fransayê di çarçoveya piştgiriya Parîsê de ne. Ji bo diyaloga di navbera Şam û Tel Avîvê de û ji bo avakirina têkiliyên cîrantiyê yên baş di navbera her du welatan de, ku ev hêmanek girîng e ji bo aramiya herêmî,”


