Bayik daxûyaniyên ku bi gotinên Ocalan re nagunce dide

Cemîl Bayik, kanaleke televizyona PKKê de, daxûyaniyek balkêş da. Bayik da zanîn, ew weşandina vîdyoya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan piştî 26 salan weke gaveke “pir girîng” dibînin û tekez kir ku merasîma sembolîk a çekdanînê ya 11ê Tîrmehê jî li ser banga Ocalan pêk hatiye.
Bayik girîngiya damezrandina komîsyona li Meclîsê destnîşan kir, lê hişyarî da ku nabe karê wê tenê bibe çekdanîna PKKê. Herwiha got, “Ya girîng, bi yasayên demokratîk nehiştina bingeha şerê çekdarî ye. Eger ev bingeh ranebe, PKK çekên xwe deyne jî, dê komeke din çekan hilgire.”
Cemîl Bayik mercên PKKê yên ji bo çekdanînê bi awayekî zelal rêz kirin û wiha axivî: “Eger Tirkiye di mercên Ocalan de guhertinê bike, tecrîdê rake, Ocalan bikare bi awayeke azad kar bike û bi hemû aliyan re bikeve nava pêwendiyê, û yasayên pêwîst ên demokratîk werin derxistin, wê demê em dikarin çekên xwe deynin. Eger na, kes nikare ji me bixwaze ku em çekên xwe deynin.”
Berpirsên PKKê daxûyaniyên ku hevnagirin didin. Bayik ji aliyekî behsa biryara Ocalan dikin û awayek din dîtinên xwe li dijê tiştên ku Ocalan dibêje didin diyarkirin.
Devlet Bahçelî dibêje ku, me tu bazarî li gel Ocalan nekiriye. Dayinstandinek heye û di projeya “Tirkiya bê teror”de, PKKê xwe fesih kir û sembolik rewrismek ji bo devjêberdana çekan kiriye.
LÊ Bayik ji bo çekdanînê behsa hinek mercan dikin. Herweha ya balkêş ewe ku, behsa tecrîta Ocalan dikin. Tecrît a Ocalan wek hêcetekî tînin rojeve. Gelo kesek di zindanekî di tecrîtê de be, çewe dikare ewqas çalakiyan bike? ev gelekî balkêşe. Ocalan bi xwe naxwaze ji Îmralî derkeve. Ocalan bi tirse. Lê herks dizane û Bayik ji herkesî bêhtir dizane tu tecrît li ser Ocalan tuneye.
Bayik kesayete ku, girêdayê Îranêye. Eger daxwaza Îranê nebe Bayik nikare xwe bileptîne. Îran jî naxwaze PKK xwe bêçek bike. PKK senaryoyekîhatî çêkirin dileyze, yanî henekên xwe li vî miletî dikin. Her roj bi awayekî daxûyaniya didin.
Eger we partiya xwe fesih kiribe, ev tê wateya ku, hertiş heta nirxên tuneyî jî fesih kirine. Dewlet nav li projeya xwe kiriye û hunê jî vû projeyê pêkbînin.


