Cîhan

Qonaxên agirbesta li Siwêdayê hatin ragihandin

jêderekê ji Wezareta Ragihandinê ya Sûriyê eşkere kir ku rêkeftina agirbestê li Siwêdayê ji 3 qonaxan pêk tê.

Li gorî ku Ajansa Sana veguhestiye, qonaxa yekem belavbûbna hêzên Wezareta Navxwe û ewlekarî li Siwêdayê ye ji bo rawestandina şerûpevçûnan û vegerandina aramiyê û serbestberdana girtiyan.

Qonaxa Duyem jî Avakirina desteyeke rewşa neasayî ye ku hin wezaret û komîtên hikûmî li xwe digire ji bo bilezkirina derbaskirina alîkariyên mirovî û pizîşkî û çakkirina jêrxaneyê.

Jêderê diyar kiriye ku qonaxa Sêyem piştî çespandina aramkirinê dest pê dike: “Dezgehên dewletê têne çalakirin û endamên ewlehiya navxwe hin bi hin li tevaya Siwêdayê belav dibin li gorî rêkeftina hatî kirin”.

Back to top button