”Dawet herikî berbû hetikî” û aşitiya ne aşitî

Navaroka aşitiya niha(!) û dawîanîna şer, êdî miletê Kurd eleqeder nake. Ji niha û pêve, naxwazin zarokên wan bimre, koçberî û wêraniyek nû destpê bike. Ji ber vê pkk û dewlet ji bona wan çi rewa bibînin, dê ewên bê qeyd û şert qebûl bikin.

Bûbê Eser
Şerê ku tim me digot ji bona tunebêna kurdan û xurtkirina tirkiyê ye, bi çekdanîna pkk ya roja 11.07.2025an de qediya. Ev ê di fêda kurdan de be. Bi şertê ku kurd yekitî û yekrêziya xwe pêk bînin. Tirkan bi asîmlasyonê û şer kurd neqedandin. LÊ…
Lê di sed sala nû de wê kurdan vê carê bi rêya entegrasyonê di nava xwe de bikin tirk. Ji roja komara tirk avakirin, biryar girtin ku kurdan bikin tirk, lê bi ser neketin.Her çendîn qetlîam, koçberî û wêranî jî pêk anîn lê dîsa kurd nebûn tirk.
Asîmlasyonekê bê aman danîn ser kurdan, dîsa kurdan zimanê xwe ji bîr nekirin û nebûn tirk. Di zîndana Diyarbekiride xweştin me girtiyên siyasî bikin tirk, lê bi ser neketin.
Niha jî li ser destê pkk bi rê û navê entegrasyonê wê bixwazin kurdan biqedînin. Ev jî li gor min girêdayê du asasên girîng in.
Yek tunebûna hêzeke kurdistanî li bakurê kurdistanê. Dudu sedema şerê pkk ku wêranî û koçberiya kurdan anî bû. Ji ber vê êdî milet ji kuştin, talanî, zîndankirinê westiyan. Ji bona vana nebe, dê her tiştekî qebûl bikin. Sedema wê jî ji wî şerê qirêj ku ne di berjewendiya kurdan de bû.
Di dema şerê pkk ê dirêj de, êdî tu hêviya miletê kurd, ji partiyên niha nemaye. Dema hêvî mir, êdî hizra ango baweriya neteweyî, welatparêzî, cahda xebat û berxwedanê jî namîne. Niha kurdên bakurê Kurdistanê di vê rewşêdene. Ji ber vê nikarin an naxwazin li ser tiştên din, bifikirin.
Loma navaroka aşitiya niha(!) û dawîanîna şer, êdî miletê Kurd eleqeder nake. Ji niha û pêve, naxwazin zarokên wan bimre, koçberî û wêraniyek nû destpê bike. Ji ber vê pkk û dewlet ji bona wan çi rewa bibînin, dê ewên bê qeyd û şert qebûl bikin.
Êdî bila partiyên me yên ji xwe re dibêjin em kurdistanî ne, serên xwe bi paçan mezin nekin. Li ser navê gelê kurd quretiyan nekin. Ji ber ku di encama şerê pkk yê qirêj de, kurd wêran bûn, li hember wê tu altarnatif derneket. Loma miletê Kurd li bakurê Kurdistanê bê hêvî bû. Bê hêvîtî jî mirin e. Ji ber vê kurdên bakurê Kurdistanê niha di sikratê de ne.
Em ji dîrokê dizanîn ku tirkan gelek kêmnetew di nava xwe tune kirin ango kirin tirk. Loma jî di şerê pkk de xwestin demogirafiya Kurdistanê biguherin û di hin waran de bi serketin. Hejmareke mezin kurd ji kurdistanê derxistin û li bajarên tirkan bi cih kirine. Bi vê jî dixwazin bêjin ku Kurd bi hejmareke mezin li tirkiyê dijîn. Loma dibêjin: ”Kurd û tirk bûne bra”. Armanca valakirina kurdistanê ji bona îro bû.
Heger Kurd rêxistin an eniyek netewetî, bi hêz û qawet, xwedî aboroyek xurt bi hevre nexuliqînin ku niha tiştekî weha nexuya ye. Heta sed saleke din wê kurd bimînin, nemînin mirov nizane. Lê sînyal bi berbi tunebûnê ve ye…
Em kurd tim topê davêjin hêla dewletê û dibêjin bila dewlet vê û wê bike. Lê em û dinya jî dizane ku hêz û qawet diaxife. Li bakur jî ew hêz û qawet tuneye ku kurd hin mafên xwe yên rewa bi dest bixin. Em kurd tim gotinên rast û li cih, dibêjin. Lê êdî bi gotinan tiştên xerab, nayê çareserkirin.
Pêwîst e ku di vê tevliheviya niha de, karê partiyên li bakur yên Kurdistanî tenha ji bona yekitî û yekrêziya kurdistanî be. Heta ku li bakurê Kurdistanê, temsîlek kurdistanî pêk neyê, êdî tu gotinên zêrîn, maneya wan namîne. Divê partiyên bakurê Kurdistanê bizanibin ku roj bi roj ew têk diharin. Projeya dewletê danî bû û pkk jî li ser wî asasî kar û xebatên xwe heta niha domand, ev bû. Ango ji bona îro bû.
Heger zûtirîn demê yekitî û yek rêzî li bakurê Kurdistanê pêk neyê, heta sed saleke din em namînin. Ji ber ku piştî hevkariya AKP-MHP û DEMê êdî kurd entegrayê tirkiyê dibin. Gelo kurdan hesabê vê kirine???
Ji niha û pêde de, di navbera Türkiye û rêxistina pkk/demê de tifaqa ji bona kurdan entegreyê tirkiyê bikin, destpêkirî ye. Ew destpêk jî ji bona hizra neteweyî bê ji bîr kirin e. Bi gotineke din êdî kurd jî dê weke kêmneteweyên ku îro xwe ji tirkekî bêtir tirk dibîne, bibîne. Hin canik û camêr dikarin vê nerîma min weke bêhiviyekê bi nav bikin. Rast e, heger hêz, qawet an eniyeke neteweyî pêk neyê.
Ji ber ku li gor gotin û şiroveyên hin ji aqilmendê tirkan ku dibêjin:”Gava aşitî pêk hat Türkiye wê xurtir bibe”. Sinyala wê navê Dewlet Bahçelî li bakurê Kurdistanê, li bajarê Şırnakê navê kolana “Hakkarî” danîn kolana “Devlet bahcelî”. kî dizane ku wê sibê navên çi deverên din biguherin?
Sinyala din ev e ku ji wê şkefta ku pkk yî jê derketin û çekên xwe danîn e. Ew şkeft di sala 1806an de star û cihê berxwedana Mîrê Kor bû. Her weha serîhildana Şêx Mehmûdê Berzancî ku li hember Îngilîzan serî hilda bû. Îro jî yên çekên xwe bê qeyd û şert teslîmê tirkan kirin, ji wir derketin. Ev manîdar e. Divê kurd li ser vê bifikirin.


