
Abdullah Ocalan cara yekeme daxûyaniyek video yî radigihîne. Roja ku pêvajoya Tirkiyeka bê teror
destpêkirî heta vi gavê, gelek nirxandinên cuda têne kirin. Di nava refên PKKê û dezgeh û partiyên PKKê ve girêdayî dîtinên cur bi cur têne rojeve. Lê rastiyek heye ku, gelek behsê nayê kirin û gelek kes beredayî xwe tujî serêşekî mezin dikin û li ser gotina Ocalan nirxandinên ku pêwendiya wan gotin û dîtinên Ocalan re tuneyî dikin.
Rastî eve ocalan bi xwe roja hatî girtin û anin Îmraliyê heta wek vê gavê heman tişta dibêje. Ji bo Ocalan pirsa Kurd yan jî bi awayekî çareseriya pirsa Kurd nebûye armanc û ew bi xwe vê yekê dibêje.
Ocalan daxûyaniyên ji Îmraliyê dide hemû di bin kontrola dezgehê Istixbarata Tirkiye de ne û daxwaziya wan dibêje. Ev pêvajoya bi insiyatifa dewletê destpêkirî berdewame. PKK xwe fesih kir, ev tê wateya ku hemû dam û dezgeh û partiyên PKKê ve girêdayî li ser binheên xwe xilasbûne û berê xwe dê bidin siyaseta Trkiyebûnê. Mimkine gelek ji wan bi awayek şermok pişgiriya hinek gotinên Ocalan bikin û berê xwe bidin deverek din.
Gotinên Ocalan ne hevceyê nirxandinane. PKK nemaye, tevgerek ku hewlbide kurda civata Tirkiyeve entegre bike û wan ji nirxên netewî dûrbêxe di serokatiya Ocalan de di nava helwdanade ye.
Ocalan di videoya xwe de dibêje:
Bi perspektîfeke entegrasyonîst a erênî, gihîştina armanca Aştî û Civaka Demokratîk, ku her kes rola xwe bilîze, mimkun e. Encama ku ji van hemûyan tê derxistin ev e ku PKKê armanca xwe ya dewleta neteweyî terk kiriye, û bi terikandina vê armanca bingehîn, stratejiya xwe ya şerê bingehîn jî terk kiriye, hebûna xwe bi dawî kiriye. Tê payîn ku ev xala dîrokî bêtir pêş bikeve.
Ev yek gelek vekirî û zelal e.. heta Ocalan û tevgera wî bikaribe, dê Kurdan ji daxwaziyên netewî dûrbêxe. Dewletbûna Kurda yan jî bi awayekî destxitina mafên kurda yên netewî dimîne hêviya Kurdên Niştimanperwer ve..