
Li Başûrê Kurdistanê di navbera du eşîretan de keşeyek rûda. Dema hêza ewlehiya girêdayî wezereta navxwe şû navçeyê û xwest kesekî tawanbar desteser bike di navbera hêza asayîş û kesên tawanbar de pêvçşn derket. Kesek ji hêza Zêrewaniyê û kesek jî ji eşîra Herkîya jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekî serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nûnerekî xwe rêkir fvrtê û kêşe hate çareserkirin.
Lê mixabin medya li dijê PDKêhereha madya Tirkiye ev nûçe gelek bi awayek cud ragihand û wek şerek di navbera eşîra Barzaniya û Herkiya de, hinek ji medyayê wek şerek navbera PDKê û herkiyan de ragihand û ser vê yekî nûçe hatin belavkirin û her yekî bûyer aliyê xwe ve nirxand. Cardin bûyereka asayîşê wek bûyerek siyasî li dijê PDK kirin wek mijarek sereke.
Ev helwest û ev awayê ragihandinê li dijê hemû nirxên siyasî, civakî û ehlaqîne. Hêzên hukumî hene û Kurdistan bi van hêzan asayişa xwe rêve dibe. Her bûyerek civakî ku, weke serhildanekî li dijê PDKê bê nirxandin dijitiya destkeftiyên Kurdistanî û dezgehên hukumîne.
Lê bûyera rûdayî bî ku, li gora daxwaziya nexêexazan pêşveherê bi helwesta serokê herêma Kurdistanê hate çareserkirin.
Pevçûnên li Xebatê ji ber nakokiya di navbera du malbatên ji eşîrên Goran û Harkî de li ser xwedîtiya perçeyek erdê çêbûn.
Di derbarê bûyerê de Xurşîd Herkî dibêje: Ez dixwazim spasiya Serokê Herêma Kurdistanê dikim ji bo şandina tîmê xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkê. Spas ji Xwedê re ku ew di zûtirîn dem de çareser bû. Ez ji bo rola wî spasiya Serok Nêçîrvan Barzani dikim.