
Em di sedemîn salvegera şehîdbûna wan da Şehîd Şêx Seîd û hevaldozên wî yên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînin û rejîma despot a Kemalîst mehkûm dikin û radigihînin ku em peyrewên serdemî yên vê dozê ne!
Bi hilkefta vê rojê pêwîstî bi eşkerekirina rastîya hêleka doza Şêx Seîd jî heye ku di rojên wiha da gengeşeyên li dor vê mijarê dîsa gur û geş dibin; her tim hinek alîyên sekuler û hinek alîyên Îslamgir hewil didin ku rastîya doza Şêx Seîd berevajî bikin. Jixwe ev gengeşeyeka dûr û dirêj e ku her û her tê dubarekirin gelo doza Şêx Seîd dînî bû yan neteweyî! Bi sazkirina nakokîyeka sexte ya di navbera Îslam û Kurdistanê da hinek alîyên Îslamgir hewil didin vê dozê ji hêla wê ya neteweyî bişûn û hinek alîyên sekuler jî hewil didin ji hêla wê ya Îslamî bişûn.
Di Îslamê da xebata ji bo rizgarkirina miletekî ji bindestîyê, erkekî dînî ye li ser her bawermendekî. Yanî li ser her bawermendekî ferz e ku her tim di hewildana rakirina zilmê û danîna edaletê da be. Her wisa îro li vê derê Îslam; rakirina zilma li ser vî miletî û danîna edaletê ye ku ev yek jî bi azadîya miletê Kurd pêk tê. Li ba Şêx Seîd jî Îslam ev bû. Ev heqîqet sextekarîya hinek alîyên Îslamgir eşkere dike; yanî di şexsê Şêx Seîd da nikarin Îslam û Kurdistanê ji hev cuda bikin û li dijî hev bidine nîşan.
Helbet Îslama Şêx Seîd ne li dijî pêkvejîyana cudahîyên dînî û mezhebî û îdeolojîkî bû û jixwe di nava hevaldozên Şêx Seîd da kesayetîyên sekuler hebûn; bo nimûne katibê Şêx Seîd ateîst bû. Ev heqîqet jî sextekarîya hinek alîyên sekuler eşkere dike; yanî di şexsê Şêx Seîd da nikarin Îslam û pêkvejîyana cudahîyan li dijî hev bidine nîşan.
Yanî Îslamîbûna Şêx Seîd di doza wî da rizgarîxwazîya neteweyî û azadîxwazîya dînî-hizirî ji holê ranake, her wisa hebûna bîrûbawerîyên cuda û armanca neteweyî jî Îslamîbûna doza Şêx Seîd ji holê ranake. Ev nakokîyên sexte yên ku îro hinek alîyên Îslamgir û hinek alîyên sekuler her tim dubare dikin, li ba Şêx Seîd tine bûn. Ev nakokîyên sexte berhemên Îslama kolonyalîst û sekulerîzma kolonyalîst in ku îro di dil û mejîyên gelek Kurdan da jî reng vedane.
Platforma Ciwanên Serbixwe