Peyama DEMê ji bo Kerîm Şengalî

Hevserokên DEM Partiyê ji malbata Kerîm Şingalî re sersaxî xwestin: “Ji ber wefata Kerîm Şengalî serê gelê Kurd sax be.”
Wezîrê berê yê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Birêvebirê berê yê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî di 75 saliya xwe de koça dawî kir.
Hevserokên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ji bo wefata Kerîm Şingalî peyameke sersaxiyê belav kir.
Hevserokên DEM Partiyê di peyama xwe de dibêjin:
“Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku Wezîrê berê yê Karên Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê berê yê Ofîsa Serokatiyê Kerîm Şengalî çûye ber dilovaniya Xwedê.
Birêz Şengalî di tevahiya jiyana xwe de ji bo têkoşîna gelê Kurd kedeke mezin da û di hiş û bîra gelê Kurd de xwedî cihekî bêhempa ye.
Em ji bo malbat û nas û hezkiriyên wî sebr û hedanê dixwazin. Serê gelê Kurd sax be.”