Civak
Li Mêrdînê şer: 1 mirî, 10 birîndar

Li navenda Mêrdînê di şerekî de kesek mir û 10 kes birîndar bûn.
Li Taxa Kabalayê, nîqaşek di navbera du malbatan de ku encamên wê hîn nayên zanîn, veguherî şer.
Di şer de 10 kes birîndar bûn.
Piştî agahdarkirinê, tîmên 112 yên Tenduristiyê yên Lezgîn û jendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
Ahmet B., yek ji birîndaran, tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin.