Serok Barzanî cejna Qurbanê pîroz dike

Serok Barzanî peyameke pîrozkirina bi helkefta Cejna Qurbanê parve kiriye û tê de dibêje, “Em di demekê de ber bi vê cejna pîroz ve diçin ku, bi biryareke nerewa û zalimane qût û mûçeyên xelkê Herêma Kurdistanê ji aliyê rayedarên Bexdayê ve hatine birîn.”
Serok Barzanî îro (Pêncşem, 5ê Hezîrana 2025ê) bi helkefta Cejna Qurbanê ya pîroz peyamek weşand û tê de got, “Bi helkefta Cejna Qurbanê, ez pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û welatiyên ezîz ên Kurdistanê dikim.”
Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, ” Em di demekê de ber bi vê cejna pîroz ve diçin ku, bi biryareke nerewa û zalimane qût û mûçeyên xelkê Herêma Kurdistanê ji aliyê rayedarên Bexdayê ve hatin birîn. Birîna mûçeyan û siyaseta birçîkirina bikom a gelê Kurdistanê çi cudahiyek li gel ji Enfal, kîmyabaran û wan jenosîdan nîne yên ku rejîma berê li dijî gelê Kurdistanê kirine.”
Serok Barzanî tekez jî kir, “Îradeya gelê Kurdistanê ji her zilm, tawan û Enfalekê bihêztir û bilindtir e. Bila ew kesên ku li dijî gel û Herêma Kurdistanê ne li dîrokê vegerin. Gelê Kurdsiatnê li beranberî hemî givaştin û zilm û zorekê xweragir bû û li beranberî neyar û tawabaran bi ser keft, û her zordaran poşman man.”
Serok Barzanî tekez jî kir, “Di vê helkefta pîroz de, zêdebarî wê yekê ku ez spasiya xweragirî, camêrî û serbilindiya gelê me dikim, ez ji Xudê dixwazim ku xêr û xweşiyan bîne Kurdistan û Iraqê û aştî û tenahiyê bîne devera me û tevahiya cîhanê.”