Polîtîk

HSD û Turkiyê civiyan ..!

Danûstandinên rasterast di navbera HSD û Turkiyê de bi navbênkariya Emerîka hatin lidarxistin û zîndanên çekdarên rêxistina DAIŞ a terorîst yek ji mijaran bû.

Malpera Middle East Eye li ser zarê hin jêderan ev yek ragihand û diyar kir ku di wê civînê de, vekşîna Emerîka ji Sûriyê, radestkirina zîndanên çekdarên rêxistina DAIŞ a terorîst û kampên ku malbatên DAIŞê lê dimînin hatin gotûbêj kirin.

Malperê da zanîn ku berpirsên navend ji her du aliyan di civînê de beşdar bûn û çawaniya tevlîbûna HSD nava artêşa Sûriyê de jî hate gotûbêjkirin.

Hefteya bûrî, Malpera Al-Monitor a Emerîkî da zanîn ku Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan fîdan an Serokê Istixbaratên Turkiyê Ibrahîm Kalin daxwaza dîtina fermandarê HSDê Mezlûm Edbî li Şamê kiriye.

Back to top button