El-Qaîde berpirsyariya teqînên Hewlêrê wergirt
Baskekî Rêxistina El-Qaîde bi beyannameyekê li ser pêgeheke elektronîk berpirsyariya teqînên Hewlêrê yên ku hefteya borî hatin kirin wergirt.
Li gor beyannameyê, Gruba Dewleta İraq û Şamê berpirsyariya êrîşa terorîstî ya 29’ê meha borî ya Hewlêrê wergirt, evna jî wek bersivekê bo daxwiyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku amadebûna xwe pêşandabû bo hevkarîkirina hikûmeta Bexdayê û wan hêzên Kurdî ku li Sûriyê rûbirûyê hêzên cîhadî yên Îslamî dibin.
Gruba Dewleta İraq û Şamê ku grubeke radîkal a Îslamî ye, di hundirê çend mehên borî de çendîn karên terorîstî li İraq û Sûriyê kirine û çend meh jî dibe li Rojavayê Kurdistanê şerê hêzên Kurdî dikin.
Roja 29’ê Îlonê çend teqînan bajarê Hewlêrê hejand û di encam de 7 kes hatin kuştin û 62 kes jî birîndar bûn. Piraniya kuştî û birîndaran jî endam û kadroyên ewlekariyê bûn.
Hawar Ebdulrezaq (BasNews)