Polîtîk

50 xwendevan hatin kuştin û 100 birîndarin

Li nehya Zumar a Mûsilê teqînek çêbû û di encam de 50 xwendekaran canê xwe ji dest da û 100 kes jî birîndar bûn.

Di vê derbarê de çavkaniyekê ji Rêveberiya Polîsên Zumar ji BasNewsê re got: ‘’Îro di nav dibistaneke nehya Zumar de rêjeyeke zêde ya TNT hat teqandin û di encam de jî 50 xwendekar û mamosteyan canê xwe ji dest da û 100 jî birîndar bûn.’‘

Heman çavkaniyê da zanîn ku piştî bûyerê yekser birîndar bo nexweşxaneyên nehyê û Mûsilê hatine veguhestin û derbarê bûyerê de jî lêkolîn hatiye destpêkirin.

Hêjayê gotinê piraniya kuştî û birîndaran xwendekar in û mamosta jî di nav wan de hene, herwiha tirs heye ku hejmara qurnabiyan zêde bibe.

Back to top button