Serok: Bê edaletî hebê em beşdarîyê hilbijartinên Iraqê de nakin

Li Selahedîn  Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nîkolaya Miladînov Nûnerê Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî û şanda li gel kir.

Di destpêka hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Neteweyên Yekgirtî ku bi mebesta xwe nasandinê serdana Serok Barzanî kiribû xweşhaliya xwe ji bo rexsandina hevdîtina li gel Serok Barzanî û hatina Kurdistanê ragihand û got: “Hest dikim hatime mala xwe”. û hêvî jî xwest ku her dû alî bikarin bi başî li gel hevdû kar bikin ji bo çareserkirina kêşeyên xelkê Iraqê.

Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Neteweyên Yekgirtî eve jî ragihand ku ew amadene hevkarî û yarmetîya wan ya li berev pêşveçûna pêvajoya siyasî û geşkirina da Iraqê de bikin. Herêma Kurdistanê jî bingeha xwe ji bo geşkirinê dirustkiriye û dikarê bibê sermeşqek ji bo hemû Iraq. Sebaret bi yasaya hilbijartinên Iraqê Nîkolay Miladînov daxwaz kir ku sîstema hilbijartinên Iraqê bi awayek bê ku warê beşdariya hevsengiya hemû pêkhatan birexsê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvanan hêviya serkeftinê li Nûnerê Sekreterê Neteweyên Yekgirtiyan li erkê wî yê nû de xwest û di derbarê yasaya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê balkişand li ser wê yekê ku li hilbijartina 2010 de rêjeya beşdariya Kurd gelek baş bû lê belê zulm li Herêma Kurdistanê hate kirin û ne edaliyetekî mezin li bi destanîna kursiyan de hebû û got: “Pêwîste li hemû parêzgehên Iraqê da yek kolkeya hilbijartinê hebê û nabê gelê Herêma Kurdistanê baca kêmiya beşdariya pêkhatên din li proseya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê da bide û eger bêt û wekî carên berê ne edaletî hebê li dabeşkirina kursî û kolkeya hilbijartinê de ewe Herêma Kurdistanê mafê xwe heye hilbijartinê qebûl nebê û beşdarî neke”. Serok Barzanî Nûnerê Sekreterê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ji wê yekê agahdar kir ku lîjneyekî taybetmend ji bo axaftina di derbarê naveroka yasaya hilbijartina Iraqê ji aliyê siyasiyên Herêma Kurdistanê pêkhatiye û balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê bi peroş ve temaşe pêvajoya siyasiya Iraqê dike lê belê divê prensîpên demokrasî û dadperwerî li hilbijartinê da bê berçav girtin.

Pêvajoya siyasiya navçeyê û Kongreya Neteweyî ya Kurd mijareke dinê hevdîtinê bû û têda Serok Barzanî naveroka peyama Kongreya Neteweyî ji bo şanda mîhvan şîrove kir û ragihand ku cewhera peyama Kongreya Neteweyî ya Kurd yekxistina gotara Kurde li herêmê ku li ser bingeha peyama diyalog û aştîxwazî û çareseriya demokratiyane hatiye damezrandin.

Nerîna min :