Civak

Şêx Eta Şêxseyda koça dawî kir

SERSAXÊ BO MALBATA ŞÊX SEYDA CIZÎRÎ

Di van demên dawîn de, pir kesên me yên dilovan û fedakar diçin ber dilovaniya Xwedayê Mezin. Yek ji wan jî, Şêx Eta Şêxseyda Cizîrî ye.

Şêxê dilovan, mirovperwerê hêja, kurdperwerê binavûdeng û rewşenbîrê demê, herweha kurê Şêx Seyda Cizîrî, Şêx Eta koça dawîn kir.

Roja 19ê Êlûnê (2013) li nexweşaneyeke Dîlokê (Entab) malavayî dabû jiyanê. Laşê wî yê pîroz, li Cîzîra Botanê, li goristana ku Şêx Seyda lê ye, hate veşartin.

Ji bo serxweşiya Şêx Mihemed Eta, pêşwazî li dergahê Sêx Seyda hate vekirin. Kes û şexsiyetên xuyanî ji çarkenarê Kurdistanê, ji Tirkiye û welatên Ereb hatin Cizîra Botan û sersaxî dan malbatê.

Şêx Mihemed Eta di 1934an de li Cizîra Botanê hatiye dinyayê. Bavê wî Şêx Seydayê bi navûdeng, dayika wî jî Rebîa xanim keça Şêx Mihemed Nûrî yê Dêrşewî ye.

Şêx Mihemed Eta rewşenbêrekî nûjen bû ku pêşerojê rind didît û ji bo doza Neteweyê Kurd jî xemxwarekî dilsoj bû. Hertim dixwest ku Neteweyê Kurd jî wek hemû xelkan li welatê xwe azad bijî.

Hêjaye bê gotin ku birayê wî Şêx Mihemed Nûrulah bi tanga Cuntaya Leşkerî (1981) hatiye kuştin. Piştî wê rûdanê, zexta Cuntayê jî her ku çûye li ser Malbata Şêx Seyda zêdetir bûye. Gelek ji wan bêgav mane û ji Cizîr koç kirine.

Em jî sersaxî didin Malbata Şêx Seyda Cizîrî û dibêjin ku bila serê maltanê, serê nas û dost, xizm û Neteweyê Kurd sax be. Bila cihê Şêx Mihemed Eta Behişta Berîn be.

Înna lîllah we înna îleyhî racîûn!

28/ 09/ 2013

Zeynelabidin Zinar

Back to top button