Serokê Kurdistanê serxweşiyê li Ahmed Turk û Osman Baydemîr kir
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li dû peyamên hevxemiyê de, serxweşiyê li her yek birêz Ahmed Turk, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk û Osman Baydemîr Serokê Bajarvaniya Mezina Amedê kir.
Ji bo koça dawiya dayika birêz Osman Baydemîr Serokê Bajarvaniya Mezina Amedê, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peyamek de hevxemiya xwe rêzdar û malbata wan radigihîne.
Her wiha ji bo koça dawiya birayê mezinê birêz Ahmed Turk, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peyamek de serxweşiyê li rêzdar û malbata wan dike.
Eve jî naveroka wan peyamane:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz Kek Osman Baydemir
Serokê Bajarvaniya Mezina Amedê
Bi xem û kovaneke mezin, nûçeya koça dawiya dayika cenabê we gihîşt me.
Bi vê xemgîniyê ve pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya têkoşer dikîn û hêvî ji xwedayê mezin dikîn ku dayika koçkirî bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
28/09/2013
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birayê birêz Kek Ahmed Turk
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk
Bi xem û kovaneke mezin, nûçeya koça dawiya birayê we yê mezinê birêz gihîşt me.
Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya têkoşer dikîn û hêvî ji xwedayê mezin dikîn ku birayê we yê koçkirî bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
28/09/2013