Polîtîk

Encama Hilbijartinên Kurdistanê

Jêderekî ji komîsyona hilbijartinan a Iraqê ragihand, heta niha li gorî dengên ku hatine jimartin hejmara kursiyên PDKê ji hemû partiyên din zêdetir e, li peya PDKê jî Gorran û YNK û partiyên din tên.

Jêderekî ji komîsyona hilbijartinan a Iraqê li Bexdayê ji Rûdawê re ragihand, heta niha li gorî dengên ku hatine jimartin hejmara kursiyên partiyên Herêma Kurdistanê di nav parlamentoya Kurdistanê de bi vî awaî ye:

PDK: 38 kursî

Gorran: 24 kursî

YNK: 17 kursî

Yekgirtû: 9 kursî

Komel: 6 kursî

Tevgera îslamî: 1 kursî

Şûî: 1 kursî

Sosyalîst: 1 kursî

Arasteya Sêyem: 1 kursî 

Wî jêderî her wiha da zanîn, heta niha 90% ji dengên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê hatine jimartin û diyar kir, piştî jimartina dengan guhertinek wisa mezin di hejmara kursiyan de rû nade.

 

 

Back to top button