CivakRojev

Bi serpereştiya Serok Barzanî yekem konferansa jinan dicive..

Biryar e roja Yekşemê bi serpereştiya Serok Barzanî yekem konferansa jinan Herêma Kurdistanê were lidarxistin.

Endama komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ciwan Yûnis Rojbeyanî ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: Sibe yekem konferansa jinan tê lidarxistin.

Endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) got: Li gorî vê serdemê, divê pirsgirêkên ku di organên partiyê de tên dîtin û di konferansê de bên destnîşankirin.

Herwiha tekez kir, ku divê di parlamentoyê de bi awayekî yasayî kar li ser hinek pêşniyaran were kirin, di nava organên partiyê de jî divê kar li ser hinek pêşniyaran bê kirin û dê di paşerojê de ev pêşniyar bên cîbicîkirin.

Rojbayanî amaje bi wê yekê jî kir ku, ew pêşniyar dê di bin çavdêriya Serok Barzanî de bin, ev jî tê wê wateyê ku Serok ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û cîbicîkirina wan pir girîng e. Di van çend mehên borî de hemû kêşe û pirsgirêkên Yekîtiya Jinên Kurdistanê û Medyaya Civakî hatine encamdan, her pênc mijar dê ji bo konferansê werin pêşkêşkirin û piştî pesendkirinê dê ji bo cîbicîkirinê werin pêşkêşkirin.

Back to top button