DYA: Hevdîtinên bi Îranê re erênî bûn

Qesra Spî ragihand ku gotûbêjên îro yên di navbera şandên Amerîka û Îranê li Umanê “gelekî erênî û avaker” bûn û her du alî li hev kirin ku roja Şemiya bê careke din bicivin.
Qesra Spî di daxuyaniyekê de ragihand, nûnerê Amerîka bo Rojhilata Navîn Steve Whitkoff li Muscatê bi Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Iraqçî re bi awayekî zindî axivî.
Koşka Spî got: “Gotûbêj pir erênî û avaker bûn û Amerîka gelek spasdarê Sultanatiya Omanê ye ji bo piştevaniya wê ji vê destpêşxeriyê re.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Witkoff ji Dr. Iraqî re dubare kir ku ew ji aliyê Serok Trump ve hatiye wezîfedarkirin ku eger mimkun be nakokiyên di navbera her du welatan de bi diyalog û dîplomasiyê çareser bike. Ev çend mijarên pir tevlihev in.”
Qesra Spî tekez dike ku “danûstendina rûbirû ya îro bi Witkoff re gavek ber bi pêş ve ye ji bo bidestxistina encamek sûdmend ji hev re.”
Beriya ragihandina Qesra Spî, Îranê gotibû ku Amerîka dixwaze “bi zûtirîn dem bigihêje rêkeftina atomî.
Serokê Amerîka Donald Trump gef li Îranê xwar ku eger Îran li ser sînordarkirina bernameya xwe ya navokî razî nebe dê êrîşeke leşkerî li dijî Îranê pêk bîne.
Iraqçî ji televizyona fermî ya dewletê re got: Aliyê Amerîkî got ku dê di zûtirîn dem de rêkeftinek erênî çêbibe, lê ew ne hêsan e û pêwîstî bi hebûna her du aliyan heye. “Di civîna îro de em gelekî nêzîk bûn ku bingehek ji bo danûstandinan bê danîn. Ne em û ne jî aliyên din danûstandinên bê encam naxwazin. Em ji bo danûstandinan naxwazin danûstandinan bikin.”
Li gor daxuyaniya Koşka Spî, Wezîrê Derve yê Umanê Seîd Bedir beşdarî civînê bûye. Îran dibêje ku wezîr di “danûstandinên nerasterast” de wek navbeynkar tevdigere, lê Wezareta Derve ya Îranê qebûl dike ku danûstandinan rû bi rû “çend deqeyan” axivîn.
Wezaretê got ku civîn “di atmosferek avaker û bi rêzgirtina dualî de pêk hat.”