HSD û Şamê li ser taxên Kurdî yên Helebê li hev kir
Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê daxûyakirin ku, li gel HSDê ji bo herdu taxên Kurda li Helebê li hevkirine. Taxên Kurdî yên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê li parêzgeha Helebê e û eve demek bû ji aliyû hêzên Sûriye ve hatibûn dorpêçkirin.
Wezaret dibêje:“Li gora lihevhatinê , hêzên Kurdî ji her du taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê xwe vedikişînin.” Herwesa her du alî li ser parastina dezgehên sivîl li wan her du taxan û azadkirina tevaya desteserkiriyan li hev kir.
Her li dû wê ragehandina Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê, HSD û Şam li ser hêsankariyên hatin û çûnê di navbera her du taxên Kurdî û deverên bakurê rojhilata wî welatî de li hev kir.
Ev pêngav jî piştî derbazbûna nêzî mehekê ji îmzakirina lihevkirinekê di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera de ji bo têkelkirina hêzên Kurdî di nav artêşa nû ya Sûriyeyê de tê.