Kultur

Ajansa Bas News

Xwênerên hêja,

Em wek redaksiyona online ya Heftenameya Bas’ê demeke dirêj e, li vê malperê ji bo bersivandina pêdiviyên we yên nûçeyên objektîf û şîroveyên azad di xizmeta we da ne.

Lêbelê gerek zêdebûna hejmara xwênerên me, gerek firehbûna xebatên me êdî ji çarçoveya heftenameyê û malpereke ku ji bo vê yekê hatiye damezirandin gelek derbas bûye.

Ji ber vê yekê, di ware medyayê de ji bo xizmeteke baştir û bi kalîtetir pêşkeşî raya giştî ya Kurdistanê bikin me biryar da ku em ajanseke nûçeyî damezirînin. Demeke dirêj e xebata damezrandina ajansa BasNews’ê bêdeng didome û em êdî gihîştine qonaxa destpêka karê xwe.

Ajansa me ku wê ji bilî herdû zaravayên kurdî (kurmacî-soranî) wê bi zimanên erebî, îngîlîzî, almanî û tirkî weşanê bike.

Di serdema xebata nû de emê li aliyekî heftename ya Bas’ê xurttir bikin, li aliyê din xebatên vê malpera xwe ji 1’ê îlonê û pêve di bin nav û sîvana BasNews’ê de bidomînin. Malpera BasNews’ê wê li navnîşana www.basnews.netde weşanê bike. Herwiha navnîşana malpera me ya niha (www.bas-news.net) jî wê bi www.basnews.net’ê ve bê girêdan. Xwênerên me bê pirsgirêk wê bikaribin ji ser vê navnîşana niha BasNews’ê bişopînin.

Xwênerên me yên dervayê welat jî wê bikaribin heftenameya Bas’ê wek PDF tevî arşîvê li ser malpera www.basnews.net’ê bişopînin.

Herwiha BasNews li ser Facebook û Twitter’ê jî wê bê şopandin.

Web: www.basnews.net

Web: www.bas-news.net

Twiteer: basnews2013

Facebook: https://www.facebook.com/www.basnews.net

E-mail: [email protected]

Tlf: (00964) 662644888

        

 

 

Back to top button