Rûdawê îdiaya YRAyê bi derew derxistin
Saziya Yektiya Ragihandina Azad (YRA) ku tê gotin girêdayî PYDê ye, daxuyaniyek belav kiriye û îdia kiriye ku qaşo Rûdawê gef li peyamnêrê xwe kiriye ku eger bibe endamê YRAyê dê ji kar bê avêtin. Peyamnêrên Rûdawê Ferhad Hemo û Pêşewa Behlewî vê yekê red dikin.
Çend roj beriya niha peyamnêrê Rûdawê Ferhad Hemo ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve hatibû binçavkirin û piştî çend saetan hatibû berdan.
Balkêş e ku daxuyaniya YRAyê piştî vê bûyerê tê belavkirin…
Lê beriya çend rojan saziya han peyamnêr û karmendên Rûdawê yên li Rojavayê Kurdistanê kar dikin, tehdîd kiribû ku eger nebin endamê wê saziyê nahêlin li rojava kar bikin.
Derheqê vê îdiaya YRAyê de, peyamnêrê Rûdawê li bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê Ferhad Hemo ji Rûdawê re axivî û îdiaya YRAyê bi derew derxist û got: “Tu rêveberekî Rûdawê ji me re wisa negotiye tenê ji me re dibêjin eger raporên we baş bin emê belav bikin eger baş nebin nayên belavkirin.”
Peyamnêrê Rûdawê yê Qamişlo Pêşewa Behlewî jî ev îdiaya YRAyê bi derew derxist û diyar kir ku tiştekî wisa rast nîne û wiha got: “Rûdawê tu gef li me nekiriye, tiştek ji me nexwestiye. Rûdawê ji me nexwestiye ku em pişta partiyekê bigirin…”
Pêşewa Behlewî derheqê avabûna YRAyê de jî diyar kir ku saziya han ji aliyê Tev-Demê ve hatiye avakirin û ev yek li gorî pêşniyara PYDê hatiye damezirandin lê ev sazî ji aliyê tu partî û hêzekî jibilî hêzên nêzîkî PYDê ve nayê qebûlkirin…