Civak

Rê nedan tîma Rûdawê Celal Talebanî bibîne

Tîma Rûdawê li Almanya serdana wê nexweşxaneyê kir ku serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî ev 8 meh e tê de tê dermankirin lê berpirsên nexweşxanê tu agahiyek li ser rewşa Talebanî bidim Rûdawê. 

Serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî ji roja 17ê Kanûna 2012an de li nexweşxaneya Charite ya bajarê Berlîn ê Almanya de tê dermankirin.

Heta niha jibilî malbata wî û pijîşkîên wî û pijîşkê wî yê taybet û berdevkê tenduristiya wî dr. Necmedîn Kerîm tu kes nizane rewşa Talebanî çiye.

Beriya niha serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, cîgirê serokomarê Iraqê Xuzêr Xozaî, serokê parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî û herî dawî jî 35 mamostayên zanîngehên Kurdistanê xwestin Talebanî bibînin lê rayedarên nexweşxanê û pijîşkan rê nedan.

 

Di vê rewşê de tîma Rûdawê serdana nexweşxaneya ku tê de Talebanî tê dermankirin, kir û hewl da derbarê rewşa wî de agahiyan werbigire lê berpirsên nexweşxanê ji Rûdawê re gotin, bo vê yekê divê serdana balyozxaneya Iraqê li Almanya bikin, her wiha berpirsekî din ê nexweşxanê diyar kir ku haya wî jê nîne ka Talebanî li wê nexweşxanê ye yan na. 

Back to top button