Waliyê Silêmaniyê: Êdî pêwîst nake alîkarî bo rojava bên komkirin

Sekreterê rojnamevaniyê yê waliyê Silêmaniyê di daxuyaniyeke nivîskî de dibêj eku, êdî bi tu awayî rê ji kompaniyayên komkirina hevkarî û alîkariyan bo penaberên rojavayê Kurdistanê nayê dan. Di daxuyaniyê de tê gotin ku, Pêwîst nake kompaniyayên komkirina alîkariyan bên rêxistin û fişar bikeve ser hevwelatiyan ji ber ku, ew alîkarî weke pêwîst cîyê xwe nagire û gelek jê xerab dibe û jinav diçe.
Ev li jêr teksta daxuyaniyê:
Behroz Mihemed waliyê Silêmaniyê agadariya tev aliyan dike ku, êdî bi tu awayî rê ji kompaniyayên komkirina hevkarî û alîkariyan bo penaberên rojavayê Kurdistanê nayê dan. Çimkî nuha zêdetir ji pêdawîstiyan xwarin û alavên din bo penaberan komkirine, wezîfeya dabînkirina xwarinê bo penaberên rojavayê Kurdistanê ji aliyê UNHCR tê cîbicî kirin û wê rêxistinê jî di vî warî de xemsarî nekiriye.
Pêwîst nake kompaniyayên komkirina alîkariyan bên rêxistin û fişar bikeve ser hevwelatiyan ji ber ku, ew alîkarî weke pêwîst cîyê xwe nagire û gelek jê xerab dibe û jinav diçe.
Walî agadariya hevwelatiyan û tev aliyan dike her dema penaberên rojava pêwîstî bi hevkarî û alîkariyan hebe, hîngê em bixwe dê hevwelatiyan û tev aliyan agadar bikin û daxwaza alîkarîyê ji wan bikin.
Herwesa walî daxwaz ji mamosteyên olî yên birêz jî dike ku, vê rewşê li ber çavan bigirin û di cîbicîkirina van xalan de hekariya me bikin.
Sekreterê rojnamevaniyê yê waliyê Silêmaniyê
27.08.2013