ENKS tevlî opozisyona Sûriyê bû
Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi serokatiya Hemîd Derwêş û endametiya Ebdulhekîm Beşar, Îbrahîm Biro, Mistefa Sîno û Hoşeng Derwêş wesîqeya rêkeftina di navbera wan û Hevpeymana Niştimanî ya Sûrî de îro li Stenbolê îmze kirin.
Sekerterê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê Îbrahîm Biro ji Rûdawê re ragihand ku îro li bajarê Stenbolê rêkeftin li ser çareserkirina doza Kurdî û tevlîbûna ENKSê di Hevpeymana Niştimanî ya Sûriyê de bi tîpên yekê hate îmzekirin.
Biro destnîşan kir ku, ji aliyê Encûmena Nişitmanî Kurdî her yek ji Hemîd Derwêş, Ebdulhekîm Beşar, Îbrahîm Biro, Mistefa Sîno û Hoşeng Derwêş, ji aliyê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê jî Salim el-Muslit, Ekrem Esaf, Nezîr el-Hekîm, Enes el-Ebdê û bi amadebûna serokê Hevpeymanê Ehmed el-Cerba ew rêkevtin hat îmzekirin.
Ev çend rojin Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Hevpeymana Niştimanî ya Sûriyê danûstendinan dikin û heya îro gihiştin rêkevtinê. Giringtirîn xalên wê rêkeftinê, mikurhatina destûrî bi gellê Kurd li Sûriyê, çareserkirina doza Kurdî û rakirina hemû projeyên nijadperest li dijî kurdan, qerebukirina wan, û navê fermî yê Sûriyê bibe Komara Sûriyê.