Cîhan

Amerîka ji bo êrîşekî li dijê Suriye xwe amade dike

Piştî ku karanîna çekên kîmyawî li Suriye ji aliyê Amerîka û welatên Ewropa ve behsa midaxeleyek leşkerî li dijê Suiye tê kirin.

Niha heyetek ya NY li Şamê lêpirsînê dike ku, ka çekên kîmyawî hatine karanîn yan na. Rojnama Amerîkî Washington Post îdia dike ku dema heyeta NY ji Suriye derkeve dê Amerîka Êrîşê Suriye bike.

Rojname îdia dike ku wê erîş bi balefirên cengî ji gemiyên cengî bête kirin. Herweha dê li derdora Şamê,Homus ,Hema û Latikiyê baregehên lêşkerî bibin armanca êrîşa Amerîka. Birîtanya jî dê arîkariya Amerîka bike.

Back to top button