Cîhan

Parlamentera Ûkraynî Iryna Farion li kolanê hat kujtin

Parlamentera berê û netewperesta Ûkraynî berê Iryna Farion, li kolana bajarê Lvivê ji aliyê êrîşkarekî çekdar ve hat qetilkirin.

Parlamentera berê Iryna Farion, ku bi nêrîn û kampanyayên xwe yên neteweperest ên ji bo paraztina zimanê Ûkraynayî tê naskirin, roja li bajarê Lvivê bi rastî êrîşa çekdarî hat. Farionê 60 salî piştî êrîşê jiyana xwe wenda kir. Waliyê herêma Lviv Maksym Kozytskyi mirina Farion bi rêya Telegramê ragihand.

Di vê derbarê de Serokkomar Volodymyr Zelenski diyar kir ku ew bi rêkûpêk di derbarê hewldanên girtina êrîşkar de hatine agahdar kirin û kiryarên êrîşkarî şermezar kir.

IRYNA FARION KÎ YE?

Zimanzan Iryna Farion di sala 2005an de tev li partiya neteweperest Svoboda (Azadî) bû û di sala 2012an de bû parlamenter. Ew di hilbijartinên paşîn de ji nû ve nehat hilbijartin û di meclîsa herêmî ya Lviv de jî kar kir.

Farion bi kampanyayên xwe yên ji bo danasîna zimanê Ukraynî û bêrûmetkirina karbidestên giştî yên Rûsîaxêv dihat nas kirin. Farion hemû karbidestên Rûsîaxêv rexne dikir û dixwest herkes bi zimanê Ukraynî biaxive.

Back to top button