
Xanima Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd, Şanaz Îbrahîm Ehmed, di twîtterê de ragihand ku operasyonên Tirkiyê yên li ser sînorê Iraqê ziyanê digihînin xelkê sivîl û got: “Her roj em dîmenên zindî yên liv û tevgera artêşa Tirkiyê û êrişên ser gundên Kurd û Suryaniyan dibînin. Ji destpêka êrîşên nû yên Tirkiyê ve herî kêm 602 gund di bin metirsiyê de ne. Di êrîşan de dibistan û dêra Suryaniyan jî hatin rûxandin.”
Xanima Serokkomarê Iraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed, li ser hesabê xwe yê X di derbarê operasyonên Tirkiyê de peyam parve kir û got:
“Di êrîşên Tirkiyê yên li ser xaka serweriya Iraqê de berdewam nûçeyên metirsîdar tên. Em her roj dîmenên zindî yên tevgera artêşa Tirk û êrîşên li ser gundên Kurd û Suryaniyan dibînin. Li gor zanyariyên pêbawer ên rêxistina çavdêriya şer û mafên mirovan ku navenda wê Amerîka ye, artêşa Tirkiyê 15 km ber bi Herêma Kurdistanê ve pêşde çûye û 238 borbardûman kirine, ku piraniya wan li Duhokê ne. Sivîlên bêguneh neçar dimînin ku ji malên xwe birevin û xwe li kampên koçberan bigrin. Ji destpêka êrîşên nû yên Tirkiyê ve herî kêm 602 gund di bin metirsiyê de ne. Di êrîşan de dibistan û dêra Suryaniyan jî hatin rûxandin. Me zanî ku di encama bombebarana Tirkiyê de 20 hezar dekar (20 km çargoşe) zeviyên çandiniyê şewitîne û tenê li gundekî ji sedî 55ê zeviyên çandiniyê bûne ax. Divê raya giştî ya Iraqê bizane ku gelo di navbera Enqere û Bexdayê de yan jî Enqere û Hewlêrê de tu rêkeftinek heye ku rê bide welatekî cîran Iraqê wek xaka xwe binirxîne. Eger peymanek weha hebe, divê hêrsa raya giştî li ser rayedarên Iraqî û Kurdistanî bê kirin”. Şanaz Îbrahîm Ehmed di warê hiqûqa mafên mirovan de parêzerek pispor e. Ji Serokkomariya Tirkiyê, Wezareta Karên Derve, Wezareta Paraztina Netewî û Balyozxaneya Tirkiyê ya li Bexdayê tu bersiv nedane daxuyaniyên Ehmed“.
Li aliyê din mêrê Ehmed, Serokkomarê Iraqê Reşîd jî bêdeng e.


