Kampên ku Kurdên Êzdî lê dimînin nayên girtin
Biryara girtina kampên Êzdiyên ku ji ber dagirkeriya PKK nikarin vegerin malên xwe yên li Şingala navçeya Mûsilê, hat sekinandin.
Êzdiyên ku piştî êrîşa terorîstên DEAŞê di Tebaxa 2014an da ji Şingalê reviyan û xwe spartin kampên Duhokê, ji ber dagîrkirina navçeyê ya ji aliyê PKK ve nêzî 10 sal in ji malên xwe dûr dijîn.
Biryara berê ya Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, ku gotibû divê heta 30ê Tîrmeha 2024an kamp bên girtin, ji ber dagirkeriya PKK ya li navçeyê û metirsiya jiyana Kurdên Êzdî,hat rawestandin.
Rêveberê Îdareya Koçberî, Afet û Lezgîn a Duhokê Pîr Deyan Pîr Cafer di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Bexdayê bêyî şêwra rêveberiya Herêma Kurdistanê û Êzdiyên Şingalê biryara di derbarê kampan de girtiye.
Cafer, da zanîn ku ji bo dîtina mekanîzmayek guncawtir bi hikûmeta federal re şêwir hatin kirin û got: “Kamp hê jî wek xwe mane û ev biryar rawestiyaye”.
Cafer diyar kir ku hin kes berê vegeriyan Şingalê, lê “ji ber sedemên wek pirsgirêkên ewlehiyê, bêkarî û nebûna xizmetguzariyê” ya li navçeya di bin dagirkeriya PKK dîsa vegeriyane kampan.