Cîhan

150 endamên malbata xwe winda kir

Hecî Meysan Hesen a ku bi mehan di nava êş û azaran de dijî, di êrîşa li Taxa er-Rimal a Îsraîlê 150 endamên malbata xwe winda kir.

Meysan Hesen, di çarçoveya Bernameya Hec, Umre û Ziyareta Xizmetkarê Herdu Mizgeftên Pîroz de li Erebistana Siûdî hat mazûrvankirin, diyar kir ku piştî mala wan ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat bombekirin, hemû endamên malbatê koçî taxa er-Rimal kirin. Lê bombebaran heta taxa er-Rimal li pey wan hat û xaniyên ku hemû lê bûn wêran bûn.

Meysan Hasan got: “Ez li başûr koçber bûm, hema hema hemû xetên ragihandinê qut bûn. Min xebera şehîdbûna tevahiya malbata xwe nizanîbû, piştî du rojan gava min li kanalên nûçeyan temaşe kir ez pê hisiyam”.

Li gor Meysan Hesen dibêje, ji malbata wê tenê 25 şehîd hatin veşartin, yên mayî jî di bin kavilan de ne û heta niha nehatine dîtin.

Back to top button