Balyozê Amerîka: Hevkariya me li gel Hewlêrê kevirê bingehîn ê peywendiyên me yên li gel Bexdayê ye

Şengal yek ji wan herêmên ku di sala 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hat dagirkirin û hilweşandin e; Lê piştî 10 salan, DAIŞ hîn li wir û li deverên din xeternak e. Berbijarek ji bo postê balyozê Amerîka li Iraqê dibêje, DAIŞ hê jî metirsî ye li ser Iraqê.
Jacobson got: “Ez ê bi xurtkirina îstiqrara ewlekarî û serweriya Iraqê, berjewendiyên ewlehiyê yên Amerîkayê biparêzim. DAIŞ ji bo Iraqê tehdîd e. Artêşa me alîkariyên girîng dide hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê.” li ser daxwaza hikûmeta Iraqê bo şerê DAIŞê û piştî 5 salan ji têkbirina DAIŞê, dem hatiye ku artêşa me roleke nû bilîze.
Jacobson dibêje: “Hevkariya me ya bi Herêma Kurdistana Iraqê re kevirê bingehîn ê peywendiyên me yên giştî yên bi Iraqê ra ye. Seqamgiriya peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê da wê di berjewendiya her Iraqî da be Têkiliya me ya giştî bi Komara Federal a Iraqê re.”
Tracy Ann Jacobs hefteya borî ji aliyê rêveberiya Biden ve dewsa Alina Romanowski de, wek Balyoza Amerikayê li Bexdayê ku ji meha Hezîranê hatiye destnîşankirin.
Jacobsen, 58 salî, dîplomatekî kevnar yê Amerîkî ye. Ew ji aliyê Senatoya Amerîkî ve hatibû vexwendin ku bersiva pirsan bide û namzediya xwe pesend bike.
Berê Jacobsen balyozê Amerîka li Tacîkistan, Turkmenistan û Kosovayê bû. Peywira wî ya herî dawî ya dîplomatîk wekî balyozê Waşîngtonê yê li Etiyopyayê bû.
Jacobsen her wiha da zanîn ku Hola Kampa li Rojavayê Kurdistanê, ku xizmên çekdarên berê yên DAIŞê tê de ne, “ji bo DAIŞê bûye navendeke balkêş.
Dîplomatê Amerîkî di wê baweriyê de ye ku Îran metirsiya herî mezin li ser Iraqê ye û divê Washington alîkariya Bexdayê bike ku bibe serbixweya enerjiyê.
Di sala 2021 de, serokê Dewletên Yekbûyî Jacobson wekî şêwirmendek taybetî destnîşan kir ji bo çavdêriya vegerandina Afganiyên ku berê bi Dewletên Yekbûyî re kar kirine piştî vekişîna leşkerên Amerîkî ji welat.