Cîhan

Trump dibêje ku ew dixwaze ‘bi Îranê re kar bike’

Piştî Îranê bersiva nameya Trump da,Trump daxûyakirin ku, tercîha wî ew e ku bi Tehranê re danûstandinan bike, lê hişyarî da ku heke peymanek neyê çêkirin “tiştên xirab” dê biqewimin.

Trump got: Weke ku hûn jî dizanin, min nameyek ji wan re vê dawiyê şand, û min got, divê hûn biryarek bi vî rengî bidin, û em dikarin an biaxivin û an jî tiştên pir xirab dê werin serê Îranê. Ez naxwazim ku wisa bibe. Îran gelek balafiran çêdike. Ew dronên pir bibandor çêdikin. Ew di hin tiştan de pir bi bandor dikin, lê Îran di lîsteya min a tiştên ku ez temaşe dikim de pir bilind e.

Di 7ê Adarê de, Trump ji Fox Business re got ku wî nameyek ji Rêberê Olî yê Îranê Alî Xamineyî re şandiye, tê de îşaretek vekirîbûna ji danûstandinên nû yên navokî re heye, lê gefa êrişa leşkerî ya muhtemel xwaribû, eger Îran hevkariyê red bike û got, “Eger em neçar bin ji hêla leşkerî ve biçin, dê ji bo wan tiştek xirab be.”

Li gorî Associated Press, name ji aliyê dîplomatekî payebilind ê Îmaratî ve hatiye şandin,.

Piştî ku vegeriya ser kar, Trump di destpêka Sibatê de siyaseta xwe ya zexta herî zêde li ser Tehranê vegerand, bi hinceta ku ew “pir nêzîk” ji çekek navokî re ye.

Berfirehbûna hilberîna balafirên bêmirov ên Îranê di salên dawî de bala civaka navneteweyî kişandiye. Tehran bi piştgirîkirina Rûsyayê di şerê wê yê li dijî Ukrayna de, bi taybetî bi dabînkirina firokeyên bêpîlot û beşên çekên yedek ji Moskowê re tê tawanbar kirin. DYA’yê têkildarî bernameya balafirên bê mirov ên Îranê de hinek siza sepand.


Back to top button