Li Qamişlo tinebûna avê welatî bêzar kirin!
Lı bajarê Qamişlo eve demeke tinebûn û kimbûna avê taybetê di van mehên havînê de , di germa Qamişlo de bûye problemek mezin. Nekarina çareseriya vê pirsgirêka civakî bşye sedema nerazibşna xelkê Qamişlo.
Bi sedan xelkên taxa Hilêliyê yê bajarê Qamişlo li hember birîna avê derketina ser rêya sereke ya taxê nerazîbûna xwe nîşan dan û daxwaz ji Rêveberiya Xweser kirin ku pirsgirêka avê çareser bike û avê ji bo wan dabîn bike.
Ji heyama 2 hefteyan ve ye, gelek taxên bajarê Qamişlo wek taxa Hilêliyê, Xerbî û Erbewiyê bê av in, li taxên mayî jî her çend rojan av bi tenê çend demijmêran peyda dibe.
Krîza birîna avê hişt ku welatî bi buhayên bilind avê ji tankerên avê yên taybet bikirin ku ev jî dibe barekî din ê giran li ser milê welatiyan, bi taybet ku herêm bi tevahî di rewşeke aborî ya xirap re derbas dibe.