Civak

Cejna Qurbanê  bila bibe destpêka azadî, aramî û hevkarîyên neteweyî

Îsal jî li her çar perçeyên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li çar alîyên cîhanê,  di bin nîrên şer, pevçûn, kuştin, wêranî, neheqî, bêedaletî, binpêkêrina mafên neteweyî û mirovî  de em pêşewazîya cejna qurbanê dikin.

Em hêvî dikin ku, li her çar perçeyên Kurdistanê, ev cejn bibe destpêka bidawîanîna şerî, parastina destkeftinên heyî, bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk û hûnandina hişmendî, hevkarî û tifaqên neteweyî, niştimanî. 

Bi hêvîya ku li Rojhilata Navîn û li  hemû cîhanê, ev cejn bibe destpêka bidawîanîna şerî, kuştin û wêranîyan; bibe wesîleya bicîhanîna nirxên azadî, demokrasî, edalet, wekhevîyê, mafên netewî û mirovan û nirx û hişmendîya jîngehê.

Li gel hemû êş û xem û keserên gelê me, em cejna qurbanê ya misilmanên Kurdistanê û hemû misilmanên cîhanê pîroz dikin. 

15.06.2024

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Back to top button