Şoreşa Gulanê vejîna birûmet a miletekî bû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta salvegera Şoreşa Gulanê peyamek belav kir. Serok Nşçîrvan Barzanî di peyama xwe de behsa naveroka Şoreşa Gulanê dike û dibêje: Di Şoreşa Gulanê de gelê Kurd îspat kir ku tu carî dest jê bernade û peyam û armanca Şoreşa mezin a Îlonê ya bi pêşengiya nemir Barzanî heta serkeftinê berdewam dike.
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî:
Em îro 48. salvegera Şoreşa Gulanê bi bîr tînin, em bejna xwe li ber giyanê şehîdan ditewînin û wan bi rêzdarî bi bîr tînin. Silav ji bo hemû Pêşmerge, kadro û wan qehreman û mêrxasên ku bi her awayî di nava refên şoreşê de şer kirine.
Şoreşa Gulanê vejîna birûmet a miletekî bû ku amade bû ji bo azadî û bextewariyê canê xwe feda bike. Di Şoreşa Gulanê de gelê Kurd îspat kir ku tu carî dest jê bernade û peyam û armanca Şoreşa mezin a Îlonê ya bi pêşengiya nemir Barzanî heta serkeftinê berdewam dike.
Kombûna hêz û partiyên Kurdistanî li dora armanceke bilind berhema Şoreşa Gulanê bû, ku di dawiyê de bû sedema serkeftina serhildana Adara 1991ê, ku azadî, federalî û statuya destûrî ji Herêma Kurdistanê re anî.
Bi vê minasebetê em tekezî li ser xebat û têgihiştinê dikin ku niha û paşerojeke baştir ji gelê Kurd re misoger dike.
Şoreşa Gulanê pîroz be, silav li giyanê şehîdan.
Nêçîrvan Barzanî
26.Gulan.2024


