Cîhan

Helikoptera Serokwezîr ji ber mercên hewayê bi awayek awarte danî!

Helîkoptera ku Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan tê de bû, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê li bajarê Wanadoz daket.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Ermenîstanê Armenpressê, Serokwezîr Paşînyan derbarê mijarê de li ser Facebookê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de Paşînyan diyar kir ku helîkoptera wî ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê li bajarê Wanadozê bi awayekî bêplan dadiket û ragihand ku her tişt baş bûye û bi rêya bejayî rêwîtiya xwe berdewam kiriye.

Back to top button