Cîhan

Tu pêwendiya me bi ketina helokoptera Reîsî re tuneye

Dı derbar ketina Helikoptera serokkomarê Îranê û şanda pêre, gelek gotubûj tênekirin. Hinek dibêjin ku, guman heye destê Amerika di vê bûyerê de hebe.

Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin di kongireyekî rojnamevanî de ragehand, “Amerîkayê çi rol di wê rûdanê de nebû”.

Lloyd Austin bersiva wan tometên Îranê da û got, “Ez guh nadim wê yekê ka ew çi dibêjin û kê tawanbar dikin, divê vekolanan bikin ji bo ku sedema wê rûdanê bizanin” Dibe ku şkestina mîkanîkî, şaşîtiya balafirvanî an yek ji wan mijaran be”.

Tevî wê yekê jî di derheqa keftina wê helîkopterê de got, “Em gelek xemgîn in”. Austin herwesa red kir ku di vê demê de behsa rewşa hêzên Amerîkayê bike ka gelo piştî wê rûdanê guhertin dê bi ser de bên an na.

Pêştir Wezîrê Derve yê Îranê yê berê Mihemed Cewad Zerîf ji aliyê xwe ve Amerîka li ser karesata keftina wê helîkopterê berpirsyar dît, ji ber rêgirtina li firotina balafir û parçeyên zêde ji bo Îranê.

Back to top button